Wê rojê
Wê rojê
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 7:25 Dîtin: 943

Wê rojê, cîranê min -ê ku herî dawî berî du rojan dema satila mast di destan de bû û ji dikanê vedigerîya malê min ew dîtibû-, sitêrka wî rijîya, movika pişta dêya wî filitî; li kolaneke bajêr di xwîna xwe de vedigevizî, ji ber êşa guleyê diperpitî. Wê rojê, dêya min, ne wekî her car bû; dilê wê ne tenê li ser birayê min bû, lê wekî dayîka ku zaroka wê ya şîrmij di bîreke kûr de wer bûbe û hawara xwe bigihîne derdorê, wisa pirs û mereqa hemî ciwanên kurd ên wekî ava çemên rabûyî herikîbûn kolanan û bêdengîya ku bi dehên salan komî ser hev bûbû teqandibûn, dikir. Wê rojê, bavê min, mêrê jixwefihêt ku ji bo parîya nanê zarokên xwe şev û roj dikirin yek, di çavên wî de, nola birûskên tavîyên buharê, xwînê xwe dabû der, her digot: "Em dev ji mala xwe û axa xwe bernadin."

Wê rojê, ciwanên ku mista destên wan ji ber gijahîya kevirên ku diavêtin polîsan hatibû qelaştin, di odeyên derîgirtî û bi tirsê dorpêçkirî de, ji derdora xwe re, behsa çawanî û kêlîyên şehîdbûn û birîndarbûna ciwanan dikirin.

Wê rojê, mirovin li benda girtina xwe bûn û bi işkence û rojên di zindanê de difikirîn, mirovinan kara xwe û koçberîyeke bêveger dikir, zimanê mirovinan di devê wan de bûbû gilok; lê mirovin hebûn, kara xwe û şer dikir, çavên wan li milê rojihlat bûn, li benda wê yekê bûn ku ji nişkan ve çek û cebilxane ji wan re bê, ji bo ku tola xwe bi temamî, heta dawîyê vekin, lê xwesteka wan bi cî nebû. 

Wê rojê, damarê namûsê di enîya qamişloyîyan de bel bûbû, ciwan û zigurdên ku bi awayekî rojane, bi sedema tiştine pûç û carinan bê ku sedemek hebe hevûdin bi şilfên kêran birîn dikirin, di wê rojê de, wan ciwanên kelgerm, polîs û istixbaratên rêjîmê bêminet kirin. 

Wê rojê, "aqilmendan" texmîn dikir ku cîhan dê bi hawara me ve were; kalemêran jî digot "ji çîyayan pê ve hevalên me nînin, mixabin çîya jî li devera me tune ne"; jar û perîşanên bêguneh jî destên xwe raberî jor dikirin û çavên xwe li sitar û mihrevanîya Xwedayî digerandin. 

Wê rojê, di serê me zarokan de, pirs ji pirsê diza û gotineke ku karibe ji me re bibe bersiv, peyda nedibû. Wê rojê, em bi hebûna xwe hay bûn, me xwe hinekî nasî; wê rojê, ji bilî ala Sûrîyeyê û ya partîya desthilatdar, me nas kir û bi her du çavên xwe dît ku alên me jî hene, me bi guhên xwe bihîst ku bi kurdî jî silogan tên gotin û sirûd tên xwendin. 

Wê rojê, birîndar bi birînên xwe şad û kêfxweş bûn, girtîyên zindanan ku di ber işkenceya hovane re bi "terorîst" û "xerabkar" dihatin binavkirin, gelekî şanaz bûn û xwe bextewar didîtin, ji ber dizanîbûn ku li derveyî zindanê, dabaşa wan bi mêrxasî û welatperwerî tê kirin. Wê rojê, şehîdan bi xwîna xwe, nexşeya rojavayê Kurdistanê bi wêrekîyeke nedîtî resimand.

Ferîd Xelîl, Qamişlo, 2019.03.11