Qamişlo: “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” Bi Dawî Bû
Qamişlo: “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” Bi Dawî Bû
Dema weşanê: Gelawêj 10, 2018, 11:58 Dîtin: 755

Di 3'yê tebaxa 2018'an de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriye li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” li dar xist.

“Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” ku 13 çîroknivîsên deverê bi çîrokên xwe tê de beşdar bûbûn, 5 rojan dom kir û di roja dawîn de (07.08.2018) "Komîteya Nirxandinê"  ragihand ku çîroka "Mamoste Jî Dişibin Hev" a çîroknivîs Qadir Egîd baştirîn çîrok e; ji lew re nivîskar Qadir Egîd "Xelata Fu'ad Temo" ya “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” wergirt.

Lehengê çîroka "Mamoste Jî Dişibin Hev" zarokekî koçber bi navê "Qenco" ye ku şêraniya zarokan li kuçe û kolanên Hewlêrê difiroşe, da ku debara malbata xwe pê bike. Nivîskarê çîrokê bi honaksaziyeke nûjen, êş û azarên zarokên koçber di evê çîrokê de vedibêje.

Hêja ye mirov bi bîr bixe ku “Mihrecana Çîroka Kurdî" ji sala 2014'an ve ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriye ve li Qamişloyê tê lidarxistin.