Welatê Min Evîngeh e
Welatê Min Evîngeh e
Dema weşanê: Rêbendan 14, 2018, 12:16 Dîtin: 690

Evîndarên dunyayê, di roja 14'ê sibatê de cejna xwe li dar dixin û ji 366 rojên salê, tenê evê rojê wekî roja pîroz a evînê dinasin.

Li welatê min, li Rojavayê Kurdistanê, hemî roj û kêlîyên salê bievîn in û eger sal 36666 roj jî be, dê car dî hemî rojên salê, cejnên evînê bin.

Hemî bûnewer û candarên evî welatî, evîndar in. Xaka welêt evîndar e. Şehîdên welêt evîndar in. Dayîkên welêt evîndar in. Şervanên welêt evîndar in. Sîyasetmedarên welêt evîndar in. Nivîskar û wêjevanên welêt evîndar in. Keçên welêt evîndar in. Xortên welêt evîndar in. Penaberên welêt evîndar in. Keysbaz û dexesên welêt jî evîndar in...

Birrekî mezin ji ciwanên welêt, ev heye 7 sal ku evîna wan û tivingê li dar e. Her ciwanek jî, ji bo evîndara xwe ya mezin, evînîya tivingê dike; evîndara mezin: Xak e. Xak bi xwe jî evîndara parêzvanên xwe ye. Hemî şervanên welêt, evîndarên şehîdbûnê ne; beşek ji wan bêrîya hevalên xwe yên şehîd kirîye û beşê din jî bi bîr û bawerî dibêje: Ev welat hêja ye ku 16 rihan bi gorî bikim.

Şehîd û xak, di evîneke mayînde de ne. Dayîkên şehîdan, evîndarên wêne û gornên zarên xwe ne. Hevjînên şehîdan evîndarên stûnên malên xwe ne; pir bêrîya hevjînên xwe yên şehîd kirine. Zarên şehîdan, evîndarên bawerî û şopa bavên xwe ne.

Dayîkên penaberan, evîndarên  zarên xwe yên penaber in. Penaberên welêt, evîndarên kuçe û kolanên taxa xwe ne. Xanîyên penaberan, evîndarên şevbuhêrk û civatan in.

Evîna şanoger, ragihêner û rojnamevanan her çi qas ne ji zû ve dest pê bûye jî, lê belê pir mezin e.

Nivîskarên welêt, evîndarên ziman û çanda xwe ne. Peyv û bêjeyên welêt, evîndarên hevok û malikan in; dixwazin di nava xwe de, pîrozîyên evî welatî vejînin, vebêjin.

Evîna keç û xortan jî li dar e. Di welatê min de hevaltî pir xweş e û evîna hevalan gur û geş e.

Dexes û çikûsên evî welatî, evîndarên dilreşî û xweperestîya xwe ne.

Dagirkerên welêt, evîndarên samanên evê xakê û evîndarên berjewendîyên xwe ne.

Welatê min, evîngeh e. Welatê min hembêzgeha evîndaran e.

Evîna her tiştî berz û bilind e.

Lê tenê kanîyên evînê di navbera partî û rêxistinên kurdî de, xitimî ne, miçiqî ne.  Armanc û daxwaza wan yek e, lê havênê evînê di navbera wan de tune.

Li welatê min evîndarên rûmet û jîyanê, mêrxastirîn evîndar in. Serkeftin a wan e...

 

Jêder: Malpera Bûyerpress

http://buyerpress.com/kurdi/?p=12805