Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome
Dema weşanê: Êlûn 14, 2019, 4:50 Dîtin: 3226

Qamişlo

Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da dihêne lidarxistin, sibeha îro şemîyê (2019.09.14), li avahîya Zanîngeha Rojavayê ya li bajarê Qamişloyê, Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) civîneka fireh li dar xist.

Di civînê da nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, nûnerên Zanîngeha Rojavayê û derdora 20 kesayetên ku xerîkî xebatên zimanî ne beşdar bûn.

Ji tevaya rêgez û qaîdeyên Rêberê, tenê 7 xalên ku “nakok û tevlihev in” hatin nîqaşkirin: navên hêl û parçeyên Kurdistanê, tîpa ducare û awarte, kurtnekirina dengdêrên dirêj, girdek û hûrdek, tewang, îzafe û bazinedaçek.

Di encama nîqaşeka dirêj da, awayê nivîsîna Rêberê ji navên hêl û parçeyên Kurdistanê ra hat redkirin û tercîhên Rêberê yên der barê tîpa ducare, kurtnekirina dengdêrên dirêj û girdek û hûrdekan da hatin erêkirin.

Di civîna îroj şemîyê da tenê her çar xalên jorîn hatin nîqaşkirin û biryar e ku di şemîya bihê da mijarên tewang, îzafe û bazindaçekan bihêne nîqaşkiririn, ji bo ku biryarek li ser wan bihête sitandin û nivîsareka têbînîyan ji Komxebata Kurmancîyê ra bihête hinartin.

Li gor daxuyanîyên berpirsên SZKyê, armanca van rêzecivînan standardkirina rastnivîsîna kurmancî di tevaya dezgeh û sazîyên Birêveberîya Xweser da ye.

Di sibata 2019an da, Komxebata Kurmancîyê ya ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da xebatên xwe dike, bi tevlibûna 18 zimanzanan pertûka “Rêbera Rastnivîsînê” berhem da.