“Rêbera Rastnivîsînê” bi giranî hat erêkirin
“Rêbera Rastnivîsînê” bi giranî hat erêkirin
Dema weşanê: Êlûn 21, 2019, 5:18 Dîtin: 1781

Qamişlo

Di encama komcivînên ku di bin banê Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) da dihêne lidarxistin, rêz û rêçikên ku di berhema “Rêbera Rastnivîsînê” da hatine peyitandin, bi giranî hatin erêkirin.

Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku di Birêveberîya Xweser da sazîya fermî ya zimanî ye, bi armanca standardkirina kurmancîyê, ev serê du hefteyan e bi civînên fireh “Rêbera Rastnivîsînê” nîqaş dike.

Civîna ku îroj şemîyê (2019.09.21) li avahîya SZKyê ya li Qamişloyê hat lidarxistin û heft seetan ajot, nûnerên akademî û zanîngehên rojavayê Kurdistanê tevî 20 kesên ku xerîkî xebatên zimanî ne tê da beşdar bûbûn.

Di civînê da mijarên “tewang” û “îzafeyê” hatin nîqaşkirin û her du tercîhên Rêberê (ferzkirina tewanga navdêrên nêr bi qertafa “î”yê û di rewşa nebinavkirî ya ravekê\îzafeyê da nivîsîna: “ekê, eka û inên”) hatin erêkirin.

Piştî erêkirina xalên bihurî, birêveberîya SZKyê biryar da ku di şemîya bihê da mijarên “bazinedaçek” û “tewanga hejmarnavan” bihêne nirxandin û “paşê termînolojîya rêzimanê dê bihête gengeşekirin.”

“Rêbera Rastnivîsînê” berhemeka Komxebata Kurmancîyê ye ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da xebatên xwe bi rê ve dibe û ji derdora 20 zimanzanan pêk dihê.

Hêja ye mirov bi bîr bixe ku di civîna SZKyê ya hefteya bihurî da awayê nivîsîna Rêberê ji navên hêl û parçeyên Kurdistanê ra hat redkirin û tercîhên Rêberê yên der barê tîpa ducare, kurtnekirina dengdêrên dirêj û girdek û hûrdekan da hatin erêkirin.