Zanîngeha Pekînê beşa zimanê kurdî vedike
Zanîngeha Pekînê beşa zimanê kurdî vedike
Dema weşanê: Êlûn 29, 2019, 10:37 Dîtin: 2823

Ji paytexta Herêma Kurdistanê, Konsulê Komara Çînê li Hewlêrê, Nî Rûşî, ragihand ku Zanîngeha Pekînê dê beşeka taybet bi zimanê kurdî veke.

Îroj Yekşemê, di seredaneka xwe da bo Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Berzanî, konsulê çînî da zanîn ku Zanîngeha Pekînê dê beşa zimanê kurdî bi fermî veke û li hember wê Zanîngeha Selahedînê jî dê beşa zimanê çînî veke.